Li Dêrsimê agir bi zeviyên çandiniyê ket

12-06-2021
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Agir Zevî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çemişgezek ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê agir bi zeviyên ceh ket û derdora 10 donim erdê çandî zirar dît.

Li gor agahiyan li nêzîkê gundê Karavenk ê navçeya Çemişgezekê ji ber sedemeke nediyar agir bi zeviyeke ketiye û piştre li zeviyên derdorê jî belav bûye.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê tîmên vemirandina agir ên Şaredariya Çemişgezerkê hatine cihê agir û bi alîkariya gundiyên derdorê agir hatiye vemirandin. Tê gotin ku di encam de bi qasî 10 donim zeviyên çandiniyê zirar dîtine.

Di demsala havînê de hem ji ber germahiya zêde hem jî ne hestiyariya mirovan li gelek deverên Bakurê Kurdistanê agir bi zeviyan dikeve û di encam de gelek zerar digihe cotkaran.

Li aliyê din li Çiyayê Gorsê yê di navbera navçeya Pîrana Amedê û navçeya Mîrivana Xapêtê ya Bakurê Kurdistanê de ye ji 10 rojan zêdetir ê ku agir bi daristanê ketiye û hê jî nehatiye kontrolkirin.

Baroya Amedê jî ragihand, ji ber ti hewldan jibo kontrolkirina agirê li daristanan nehatine kirin, li dadgehê doz vekiriye.

Baroya Amedê di daxuyaniya xwe ya ku roja 10ê Hezîranê li ser malpera xwe belav kiriye, amaje bi şewata li daristanên di navbera qezaya Dîcle ya Amedê û parêzgeha Xarpêtê de kiriye û ragihandiye, dema 10 rojan e şewata li daristan û navçeyên çiyayî yên qezaya Dîcle ya Amedê berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst