Sezgin Tanrıkulu: Pêvajoya Doza Cizîrê berdewam e

13-06-2021
RÛDAW
Şandeke CHPê li pênc parêzgehên Bakurê Kurdistanê geriya
Şandeke CHPê li pênc parêzgehên Bakurê Kurdistanê geriya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu ragihand ku pêvajoya Doza Cizîrê berdewam e, û bila kes li ser vê mijarê dilgiran nebe.

Ev çend roj e şandeke bilind a CHPê ku ji cîgirê serokê giştî yê CHPê û berdevkê wê partiyê û her wiha hejmareke parlementerên wê partiyê pêk tê, serdana 5 bajarên Bakurê Kurdistanê dikin û îro herî dawiyê serdana bajarê Amedê kirin û li gel rêxistinên civaka sivîl civiyan.

Wê ew şanda CHPê raporekê li ser rewşa aborî û civakî ya wan bajaran amade bikin.

Yek ji beşdariyên şanda Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu bû û ji Rûdawê re têkildarî serdanên xwe de axivî.

Sezgin Tanrikulu  diyar kir ku li herêmê eleqeyek baş bi CHPê re heye got, "Eleqeya welatiyên me bi CHPê ya partiya sereke ya dijber e heye. Em hem li kolanê hem jî li rêxistinên pîşeyî û rêxistinên kedê vê eleqeyê dibînin. Lê mesele ev e, em nîşan bidin ku em li şûna pirsgirêka dengdana hilbijartinê li ser zemîna hevgirtin û demokrasiyê bi hev re bin. Ji ber ku bi rastî welatiyên me yên li herêmê êşeke mezin kişandin û hêj diêşin. Dengê CHPê li herêmê zêde dibe, lê mijar ji bo tiştek din e. Bi gotinek din, em dixwazin nîşanî welatiyên xwe bidin ku ew li vir ne bi tenê ne. ”

Derbarê doza girtinê ya li dijî HDPê de jî Tanrikulu got: “Min tevahiya îdîanameya xwend. Îdianame ne hiqûqî ye û bi temamî ji bo berjewendiyên siyasî ye. Dûv re hat serastkirin, ji hefteya borî ve ji Dadgeha Destûrî re hate şandin, ew pêvajo berdewam e. Lê îdîaname ji aliyê hiqûqî ve îdîanameyek bê bingeh e. Jixwe ji ber vê yekê Dadgeha Destûrê pêştir paşve vegerandibû. Bi gotinek din, ew bi temamî siyasî ye.

Tanrikul amaje bi wê yekê kir ku piraniya atorên girîng ên siyaseta kurd an di girtîgehan de ne ya neçar man ku herin dervey Tirkiyê û wiha pê de çû: “Hikûmeta dest daniya li ser tevahî rêveberiyên herêmî û li şûna wan qeyûm danîne. Ji ber vê yekê karkirina siyasetê gelek dijwar bûye. Herî dawî jî ew dixwazin vê yekê bi girtina partiyê bikin. Me bi mînakan, di 10 sal, 20 sal, 30 salên borî de dît ku ev li Tirkiyê ne çareserî ye. Ez hêvî dikim Dadgeha Destûra Bingehîn di vê rewşê de biryarek wiha siyasî nede. ”

Li ser pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak a “Hûn dizanin, ji ber ku belgeyên hewce di wextê xwe de nehatin radest kirin, doza Roboskî hat hilweşandin. Herî dawî doza Cizîrê ya bodrum jî hat hilweşandin. Hûn di derbarê vê vê de çi difikirin? Tanrikulu got: “Bê guman, ez hemû pêvajoyên doza Roboskî dizanim. Hem derfeta Dadgeha Destûra Bingehîn û hem jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî hebû ku li van dozan binêrin, lê wan wisa nekir.  Eger hebû ku biryarek binpêkirinê ya mezin were dayîn.

Bi gotinên din, egera binpêkirina tawana şer derkeve holê hebû. Ji ber vê yekê, wan biryarek wusa girt ku xwe li pişt kêmasiyek prosedurî veşartin, lê pêvajoyên Dadgeha Destûra Bingehîn hîn jî di derbarê bûyera li Cizîrê de didome. Bi gotinek din, divê welatiyên me li ser bidawîbûna pêvajoyê dilgiran nebin. ”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst