Li Çiyayê Cîlo herçar demsal bihev re têne dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Çiyayê Cîlo ku dikeve parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê, vê demê 2 demsalan bi hev re dijî û bala geştyaran dikşîne ser dîmenên xwe yên bêhempa. Li aliyekî çiyayên hêj serdestiya rengê spî yê berfê, li aliyê din jî serdestiya rengîniya kûlîlkên ku nû dibişkivin bi hev re di nava ahengê de têne dîtin. Di van mehên havînê de, xwezahez, çiyager û wênekêş berê xwe didin Çiyayê Cîlo û demeke xweş dijîn ku bi salan di nava bîranînên wan de zindî dimîne.

Çiyayê Cîlo li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji aliyê bilindahiyê ve di rêza duyemîn de ye. Li lûtkeyên çiya 4 demsalan jî berf heye.

Li Çiyayî Cîlo di heman demsalê de li aliyekê çiya berf tê dîtin û li aliyê din jî kûlîlk dipişkivin. Bi vê yekê  jî dîmenên bê hempa derdikevin holê û ev yek bala xelkê dikşîne.  Ji ber vê taybetmendiya xwe di mehên havînê de ew dever ji gelek xwezahez, çiyager û wênekêşan re mazûvaniyê dike.

Her roj bi sedan geştiyar kom bi kom seredana vê deverê dikin û li vir wêneyên bê hempa yên sirûştî tomar dikin.  Mamosteyê Zanîngeha Colemêrgê Murat Adiyaman dibêje kesên ku tên vê deverê naxwazin êdî vegerin.

Mamosteyê Zanîngeha Colemêrgê Murat Adiyaman jî got: “Dema xelk tên vir dibêjin ku em 4 demsalan di heman dem de dijîn, ev tiştek çawa ye, xwezî derfet hebûya em bêhtir li vir bimana, û her wiha dibêjin me carek din mazûvan bikin da ku em carek din bên vir. Em jî ji wan re qala mêhvanperweriya xelkê Colemêrgê dikin û dibêjin carek din werin em li benda we ne.”

Çiyayê Cîlo li Tirkiyê ji aliyê bilindahiyê ve di rêza duyem de ye. Li lûtkeyên çiya 4 demsalan  berf nahele û cemed tê dîtin. Kesên seredana vê erdnîgariyê dikin medh û pesnan li ser dirêsin.

Wênegîr Ahu Akbaş jî dibêje: “Ev erdnîgarî bê hempa ye û gelek xweş e. Li aliyekê bilindahiyên 3-4 hezar metre, li aliyekê giyayên heşîn û kulîlkên zer û li aliyekê cemed û berf, ma hê çi dî hebe? Helbet gelek wênegîr dixwazin werin vir.”

Parêzgeha Colemêrgê ne tenê bi xwezaya xwe her wiha bi mêhvanperweriya xwe jî berniyas e. Geştiyarên ku seredana deverê dikin gelek ji xelkê deverê û çanda wan razî ne û dibêjin ku xelkê deverê bi germî pêşwaziya wan dikin.

Geştiyar Sati Guler jî got: “Çandeke pir dewlemend e. Helbet em qala mirovan nekin nabe. Hûn li gel kê biaxivin û silav bikin gazî we dike dibêje were çayê vexwe, xwarinê bixwe. Ez dixwazim ku hemû xwezahez û mirovhez werin vê deverê.”

Çiyayê Cîlo yek ji çiyayên navdar ên parêzgeha  Colemêrgê Bakurê Kurdistanê ye. Çiya 45 kîlometreyan ji navenda parêzgehê dûr e û bilindahiya wî ji behrê 4 hezar û 135 metre ye.