Ji Başûrê Kurdistanê agir derbasî aliyê Rojhilat bû; 270 hektar zevî şewitîn

12-06-2019
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşan Serpêla Zehaw Agir Zeviyên çandiniyê Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Serpêla Zehaw a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ve agir bi zeviyên çandiniyê yên xelkê ket û li gor qayimmeqamê vê navçeyê, di encama şewatê de zêdetir ji 270 hektar dexl û danê cotkarên deverê şewitîn.

 

Qayimmeqamê Serpêla Zehawê, Muhebet Cemalîniya ji IRNAyê re ragihandiye, agir ji sînorê Iraqê û Herêma Kurdistanê ve derbasî nav zeviyên çandiniyê yên navçeya wan bûye û ji ber ku leziya bayê li deverê zêde bûye, agir di demeke zû de berfireh bûye û bûye sedema şewitîna rêjeyeke berçav ji zeviyên çandniyê û daristan û çavkaniyên xwezayî yên herêmê.

 

Cemalîniya diyar kir, şeva bihorî di encama şewatê de %30 ji rûberê çavkaniyên xwezayî yên deverên Tîleko, Hewan, Bêşkan, Miyan Qopî û Tirşava şewitîn.

 

Qayimmeqamê Serpêla Zehawê herwiha da xuyakirin, di encama şewatê de, bi giştî 270 hektar zeviyên çandiniyê û dexl û danê xelkê deverê şewitîn û tekez kir, ji ber berfirehiya rûberê şewatê û herwiha ji ber bayekî bihêz, tîmên veirandina agir karîne piştî 5 saetan agir kontrol bikin.

 

Navçeya Serpêla Zehawî ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve ye û li gor serjimêriya dawî ya li Îranê, hejmara nifûsa wê 90 hezar kes e. Serpêla Zehaw xwediyê 35 hezar hektar zeviyên cotkariyê û bax û herwiha 88 hezar hektar mezra û daristan e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst