Asayişa Hewlêrê desteserkirina bazirganekî madeyên hişber ragihand

Hewlêr (Rûdaw) – Bazirganekî madeyên hişber ku xelkê bajarê Mûsilê ye, li Hewlêrê bi zêdetirî çar kîlo madeya hişber a cureya eroîn, hat desteserkirin.

 

Asayişa Hewlêrê îro çarşemê 12ê Hezîrana 2019an bi daxuyaniyekê li ser desteserkirina wî tohmetbarî ragihand: “Navê tohmetbarê madeyên hişber E.X.C.M ye û di dema desteserkirinê de çar kîlo û 100 gram madeya hişber a cureya eroîn pê re bû.”

 

Di daxuyaniyê de ku wêneyeke wê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin, hatiye diyarkirin: “Ev bazirgan xelkê bajarê Mûsilê ye di 28ê Gulana 2019an de li Hewlêrê hat desteserkirin. Herwiha bazirgan madeyên xwe yên hişber ji bajarê Mûsilê bo Hewlêrê anîne.”

 

Asayişa Hewlêrê ji welatiyan daxwaz dike ku di dema hebûna her zanyariyek li ser gumanbaran de, hêzên ewlehiyê agahdar bikin.