Li Bedlîsê rakirina tabelayên Kurdî berdewam e

12-06-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Bedlîs Tatik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê rakirina tabelayên bi Kurdî berdewam e. Li nehyeya Tatikê ser bi navçeya Hîzanê ya Bedlîsê tabelaya bi Kurdî ya ku li ser hatibû nivîsandin "Şaredariya Tatik" hat rakirin û li şûna wê ya bi Tirkî hat danîn.

 

Di demekê de ku karvedanên li ser rakirina tabelayên Kurdî li Bedlîs û Tetwanê ji aliyê şaredarên ser bi AK Partiyê ve berdewam in, tabelaya bi Kurdî ya li ser Şaredariya Tatikê ya ser bi Hîzana Bedlîsê jî hat rakirin.

 

Tabelaya bi Kurdî ku ji aliyê serokê şaredariyê yê berê Felemez Aydin ve hatibû danîn, ji aliyê Kerem Çabuk ve hat rakirin ku di hilbijartinên 31ê Adarê de li ser lîsteya AK Partiyê wek serokê şaredariyê hat hilbijartin.

 

Berî niha jî tabelayên bi Kurdî yên li ser şaredariyên Tetwan û Bedlîsê bi hincetên cuda hatibûn rakirin û heta niha jî karvedanên derbarê mijarê de berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst