EFRÎN - Çekdaran berpirsekê encûmena Şiyê bi îşkenceyê kuştin

12-06-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Şiyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Encûmena nahiyeya Şiyê ya ser bi Efrînê ve, Ehmed Şêxo di bin îşkenceyê de hat kuştin.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, ew nêzîkî hefteyekê ye ku qedexeya derketina derve li nahiyeya Şiyê berdewam e. Qedexeya hatinûçûnê ji aliyê çekdarên grûpa Silêman Şah ve, ku grûpeke çekdarî ya girêdayî Tirkiyê ye, hatiye ragihandin.

 

Tevî berdewamiya qedexeya hatinûçûnê li nav nahiyeya Şiyê, çavkaniyekê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, berpirsekî encûmena xwecihî ya Şiyê kuştine.

 

Li gorî vê çavkaniyê, çekdarên opozisyonê, Cîgirê Serokê Encûmena nahiyeya Şiyê, Ehmed Şêxo di bin îşkenceyê de kuştine.

 

Birayê Ehmed Şêxo, Mistefa Şêxo ji Rûdawê re nûçeya kuştina birayê xwe piştrast kir û ragihand, ku Ehmed Şêxo berî ku di bin îşkenceyê de were kuştin, berî çend rojan tevî 49 kesên din, ji aliyê çekdarên grûpa Silêman Şah ve hatibû girtin.

 

Di dema veşartina cenazeya Ehmed Şêxo de, çekaran derdora gorsitanê dorpêç kirin û nehiştin ku ti kes dîmen û wêneyan bikişîne.

 

Li gorî qedexeya ku çekdaran li Şiyê ragihandine, her şev ji demijêr 9ê şev heta serê sibehê nabe ku ti kes ji mala xwe derkeve.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst