Şandeke bilind a kurd diçe Belçîka û Holandayê
Hewlêr (Rûdaw) – Biryare roja Duşemê 12-06-2017, li ser vexwendina fermî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Wezareta Derve ya Holandayê, şandeke bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê, di bin serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî de here paytexta Belçîka Brûkselê.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Dîlawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand, di dema vê serdanê de dê şanda hikûmetê ya di bin serokatiya Qubad Talebanî de ligel berpirsên bilind ên YEyê, Cîgirê Serokwezîrê Belçîkayê û Wezîrê Berevanî ya Belçîkayê bicive.
Di rawestgaha duyemîn de jî dê şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Holandayê bike û ligel Wezîrê Derve, Wezîrê Bazirganiya Navdewletî û Pêşkeftinê ya Holandayê bicive, paşî serdana Parlamentoya Holandayê û Dadgeha Tawanên Navdewletî bike.
Hêjayê gotinê ye, ku beriya niha wezîrên derve yên Belçîka, Holanda û Lûksenbûrgê serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.