Li Colemêrgê 5 cerdevan birîndar bûn

Navenda NûçeyanLi navçeya Şemzînan a Colemêrgê gerîlayên PKKê êrişî hêzên bi ser ewlekariya Tirkiyê ve kirin û di encamê de  5 cerdevan birîndar bûn.

 

Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku li herema Rubarok a di navbera sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê de gerîlayên PKKê êrişî hêzên ewlekariya Tirkiyê kirine.


Li gorî daxuyaniyê di encamê de 5 cerdevan bi sivik birîndar bûne û metirsî li ser jiyana wan nîne.


Hat gotin birîndarên wê êrişî ji bo dermankirinê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.