DÊRSÎM – ‘Rê li ber kuştinên kiryar nediyar vedibe’

12-06-2016
RÛDAW
Nîşan Hurşîd Kulter AK Partî ÎHD Dêrsîm
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) – Hêzên Ked û Demoakrasiyê yên Dêrsîmê polîtîkayên hikûmeta Tirkiyê bi çalakiyekê şermezar kirin.

 

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dêrsîmê ku ji hêzên siyasî û saziyên civaka sivîl pêk tê, li dijî polîtîkayên hikûmeta Tirkiyê li navenda Dêrsîmê çalakiyekê li dar xist.

 

Di çalakiyê de digel nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, Hevserokê Şaredariya Dêrsîmê Mehmet Alî Bûl jî amade bû.

 

Çalakgerên ku li Kolana Hunerê li hev civiyan bi hildana pankarta ku ´Li hember şer, zext, lêpirsîn, binçavkirin, girtina em têkoşînê germ û gurr bikin´ heta Meydana Seyîd Riza xwepêşandenekê saz kirin.

 

Li vir li ser navê girseyê Serokê Komeleya Mafên Mirovan ÎHD ya Dêrsîmê Gurbuz Solmaz daxuyaniya hevbeş xwend.

 

Solmaz, rexneyên giran arasteyê hikûmeta AK Partiyê kir û got: “Hikûmeta Erdogan-AKPê encamên Hilbijartinên 7ê Pûşperê qebûl nekirin. Lewma ji wê rojê ve welat veguhertin qada şer.”

 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên li dijî gel û bêhiqûqî ji serdema rewşa awarte ya salên 1990î jî bihurandî.

 

Hurşîd Kulter windaye

 

Serokê ÎHDa Dêrsîmê Gurbuz Solmaz bal kişand ser wendabûna Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şirnexê Hurşîd Kulter û wiha axivî:

 

“Hiqûq û dadwerî tê binpêkirin. Bi hogirtiya faşîzmê welat ber bi çalek reş û tarî ve tê kaşkirin. Niha di rojeva parlamentoya Tirkiyê de parêzbendiya leşkeran heye. Parêzbendiya leşkeran dibe qanûn. Wate êdî leşker ji ber ti tawanek nayê dadgehkirin.

 

Ji Hurşîd Kulter 15 roj e, deng û xeberek tune. Ger bi wendabûna Hurşîd Kulter re parêzbendiya leşkeran bê nirxandin, hingê tê dîtin ku ev qanûna parêzbendiya leşkeran ji bo çi tê derxistin. Diyar e bi qanûnenek bi vî rengî dê wekî salên 1990î de rê li ber kuştinên kiryar nediyar were vekirin. Di dema binçavkirinê de dê serî bên windakirin.”

 

Heroj Kuştin

 

Solmaz, bilêv kir ku mafê jiyanê jî tê binpêkirin û têkildarê pêvajoya şerî wiha pê de çû:

 

“Di warê meseleya Kurdî de bi polîtîkaya şer û tundiyê gel wekî dijmin tên ragihandin. Welat her roj bi nûçeyên kuştiyan hişyar dibe. Dixwazin ku bi qedexeyên derketina derve, operasyon û polîtîkayên çewisandinê, tunekirin û rûxandina Kurdistanê gelan biçewisînin û serî li ber deshilat û dîktatoriya yek-mirov û yek-partîtiyê bidin tewandin. Daxwazên gel ên demokrasî, azadî û aştiyê yên li rojavayê Anatoliyê bi bombeyan, bi cenaze, al, netew û xwînê tên xeniqandin.

 

Herwiha Serokê ÎHDa Dêrsîmê di daxuyaniya hevpar de hikûmeta AK Partiyê di warê nêrîn û polîtîkayên ked, jin, bawerî, ziman û nijadî de bi ´paşverûtiyê´ tometbar kir.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst