Kerkûk- Hemrîn sînorê Kurdistan û Erebistanê ye

12-06-2015
RÛDAW
Pêşmerge-Ala Kurdistanê-Kerkûk
Pêşmerge-Ala Kurdistanê-Kerkûk
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw)- Çekdarên DAIŞê beriya salekê xwestin Kerkûkê bikin beşek ji Dewleta Îslamî, lê her zû Hêzên Pêşmerge bi çekên giran çûn parastina wî bajêrî. Kurd dibêjin, Çiyayê Hemrîn sînorê Kurdistan û Erebistan e.

Hêzên Pêşmerge dibêjin, ne tenê me metirsiya hovtirîn dujminê kurd ji Kerkûkê dûr xistiye, lê belê bo cara yekê Pêşmerge piştî 100 salî bi yekcarî li wir bi cih bûye.

Siyasetmesarê kurd û yek ji endamên şandên kurdan bo Bexdayê, Dr. Mehmûd Osman dibêje, Sala 1963 wek cara yekê kurdan bi fermî ligel Bexdayê danûstandin li ser Kerkûkê kirin. “Ji dema ku Iraq hatiye avakirin, tenê yek gotinê ji me re dibêjin, Kerkûk iraqî ye.”

Dr. Mehmûd Osman wiha domand: “Niha Kerkûk di destê kurdan de ye, lewma divê vê em derfetê ji destê xwe nebin û bi ti awayî Kerkûkê bernedin. Niha rewş baş ku kurd li navçeyên kurdistanî referandûmê bike.”

Herwiha Endamê Polîtburoya YNKê, Rizgar Elî wiha got: “Ew serdem çû, ku carek din qeder û çarenivîsa Kerkûkê têkeve destê artêşa Iraqê de.”

Welatiyên kurd dibêjin, Kerkûk Qudsa kurdan e. Çiyayê Hemrîn sînorê Kurdistan û Erebistanê ye.

Berpirsên Kurdistanê biryar dane ku êdî Kerkûk tenê bi tivenga Pêşmerge were parastin û ti navek din li Kerkûkê neyê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst