DAÎŞ 300 leşkerên Kurd li Enbarê dorpêç dike


Hewlêr (Rûdaw)- Ev du rojin zêdetirî  300 leşkerên Kurd ên zêrevanên sînorê Iraqê li qeza Hisêbe ya ser bi parêzgeha Enbarê ji aliyê çekdarên DAÎŞê de hatine dorpêçkirin.

Fermandarê fewca 2 ya lîwaya 6 a fermandariya 2 ya zêrevabên sînor ên Iraqê Saîd Heyder ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ev du rojin ew li qeza Hisêbe ji aliyê DAÎŞê ve hatine dorpêçkirin.

Saîd Heyder got “Em nikarin biçin Sûriyê, ji ber ku em dûrî sînorê Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola YPGê de ne û ji ber xalên kontrolê yên DAÎŞê jî em nikarin vegerin Şingalê”.

Heyder aşkere kir ku “duh wan xwest vegerin Şingalê, lê di navbera wan û çekdarên DAÎŞê de şer derket û di encam de 19 leşkerên Kurd ên Êzdî hatin kuştin”.

Ew fermandarê Kurd herwiha got ku “hêza wan ji 300 leşkeran pêk tê û nêzîkî 200 leşkeran ji wan Êzdî ne”.

Saîd Heyder di rêya Rûdawê re bang li hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kir ku bi hawara wan ve werin.