Wezareta Pêşmerge: Navçeyên ku em bigirin jê venakişin

12-06-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên pêşermgeyên Kurdistanê hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kontrolkirine, Wezareta Pêşermege ya Herêma Kurdistanê jî radighêne ku: “Em her cihekî bigrin jê venakişin û ti vekişandin di pilana me de nîne.”

 

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Cebar Yawir di daxuyaniyekê de bo Tora Medyayî ya Rûdawê amaje kir ku ti navçeyek ji navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nemaye ku ne di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de be û got: “Hêzên Pêşmerge ew navçe hemû kontrol kirine.”

 

Ji aliyek din ve Rêveberê Raghandin û Rewşenbîrî û Hişiyariyê di Wezareta Pêşmerge de, Helgurd Hikmet ji Rûdawê re aşkere kir ku: “Vekişan ji wan navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne di pilana me de ye û bi ti awayekî em ji venakişin.”

 

Herwiha Helgurd Hikmet got: “Li her deverekê ku Pêşmerge lê be û li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî, em ala Kurdistanê tê de bilind dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst