Li Colemêrgê mînîbus wergeriya: Miriyek, 6 birîndar

12-05-2024
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Çelê Qeza Yusuf Erdemîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çelê Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê mînîbûsek wergeriya û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Li nêzîkî gundê Çemê yê navçeya Çelê mînîbûsek wergeriya.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hat diyarkirin ku di qezayê kesê bi navê Yusuf Erdemîr canê xwe ji dest daye û 6 kes birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê û dermankirina wan berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst