Li girtîgeha Wanê girtiyekî siyasî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li girtîgeha parêzgeha Wanê girtiyekî siyasî ku cezayê heta hetayê lê hatibû birîn canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezoptamyayê, demjimêrên sibeha îro li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyê bi nave Rêber Soydan ê 20 salî ku di şaneyeke yekkesî de dihat ragirtin, canê xwe ji dest daye.

Berpirsên girtîgehê pêwendî bi malbata Soydan re kiriye û ji wan re gotiye ku kurê wan xwe daliqandiye û dawî li jiyan xwe aniye lê guman ji mirina Rêber Soydan tê kirin.

Karmendên girtîgehê termê ciwanê 21 salî ji ber karûbarên otopsiyê bir Nexweşxaneya Zanînegeha Wanê.

Rêber Soydan 2 sal berê li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatibû girtin.

Di çarçoveya doza ku jê dihat darizandin de bi hinceta “xerakirina yektiya dewletê” cezayê heta hetayê li Rêber Soydan hatibû birîn.

Herwiha ji ber vê hincetê û beşdarî çend çalakiyan bûye bi giştî 53 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Li gorî raporeke Komaleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (ÎHD), 2023yan li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 42 girtiyan canê xwe ji dest daye.

Di heman raporê de hat ragihandin ku 23 girtiyan ji ber nexweşiyan canê xwe ji dest daye.

Herwiha 5 girtiyan piştî ku ji ber nexweşiyê hatine berdan li derve canê xwe ji dest daye.

10 girtiyan bi awayekî biguman canê xwe ji dest daye û hatiye îdiakirin ku 4 girtiyan jî dawî li jiyana xwe aniye.