Li Rihayê bi tohmeta diziyê 4 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi tohmeta diziyê 5 kes hatin desteserkirin û ji wan 4 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand:

“Li Rihayê bi ser hinek navnîşanan de hat girtin û bi tohmeta ku dizî kirine Î.G, Î.K, C.A, Î.G. û F.G. hatin desteserkirin.

Di lêkolînan de diyar bû ku derbarê wan de 23 sûcên tomarkirî û biryara wan a desteserkirinê heye.”

Di lêgerîna malan de zêr û xişrê ku di demên dawî de hatibû dizîn û qîmeta wan bi qasî milyonek û 500 hezar lîre bû ku dike nêzîkî 500 hezar dolar hat girtin.

Hêzên ewlehiyê 5 kesên hatin desteserkirin piştî karên îfade wergirtinê ew birin Dadgeha Rihayê.

Dadgehê derbarê 4 kesan de biryara girtinê da û yek jî berda.