Li Sêmalkayê xortek hat kuştin: Rûdaw hûrgiliyên kuştina wî xortî belav dike

Hewlêr (Rûdaw) - Xortekî ku dixwest derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe li Deriyê Sêmalkayê ji ber xwîndariyê hat kuştin.

Îro serê sibehê li Deriyê Sêmalka, kesekî ji Rojavayê Kurdistanê ku bi xwe xelkê gundê Serimsaxê yê Dêrikê ye ku bi serdan ji Almanyayê hatibû û dixwest derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe li Sêmalkayê hat kuştin.

Çavkaniyekê ji gundê Serimsaxê yê Dêrikê ji Rûdawê re eşkere kir ku navê wî xortê hatiye kuştin Ferhan Mihemed Emîn e û malbata wî şêniyên bajarên Dêrikê ne.

Piştî ku Ferhan Mihemed Emîn ji Almanyayê ji bo serdanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe îro li deriyê sînorî yê Fişxabûr- Sêmalkayê ji ber bûyereke civakî ku beriya çend mehan li Almanyayê çêbibû hat kuştin.

Di meha adarê de xortekî bi navê Mihemed Oweynan li bajarê Hamburgê ji aliyê zavayê xwe û hinek kesên din ve hatibû kuştin.

Tê gotin ku Mihemed Emîn yek ji wan kesa ye û ev çend meh in xwe vedişart.

Li gorî zanyariyên Rûdawê Ferhan Mihemed Emîn dibe xizmê kujerê Mihemed Oweynan.

Mihemed Oweynan ku bi xwe jî ji gundê El-Qewsê yê herêma Çil Axayê ye, li Hamburga Almanyayê ji ber nakokiyên di navbera wî û zavayê wî de hatibû kuştin.

“Ferhan Mihemed Emîn ji ber xwîndariyê hatiye kuştin”

Rûdawê li ser hûrgiliyên kuştina Ferhan Miehemed Emîn bi yek ji şahidên bûyerê re axivî.

Şahidê bûyerê ji ber meseleya ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike.

Şahidê bûyerê diyar kir ku piştî temamkirina hemû prosedurên îdarî yên li Deriyê Sêmalka ku di jêr kontrola Rêveberiya Xweser de ye kesekî rûgirtî li meydanê bi çekê êrişî Ferhan Mihemed Emîn kir.

Piştî wê êrişê Ferhan Mihemed Emîn ji bo xwe xilas bike çû cihên wergirtina çanteyan û li wê derê kujer ew bi guleyan kuşt.

Piştre hêzên asayîşê dema ku dixwest bireve kujer desteser kir.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ji destpêka sala 2024an ve, li Rojavayê Kurdistanê bûyerên kuştinê zêde bûne.

Li gorî zanyariyan heta niha, jin, mêr û zarok jî di navde 43 kes hatine kuştin.