Li Xarpêtê baran û zîpik bariya: Rê û kolan di bin avê de man
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, barana gur û zîpik bariya û di encamê de rê û kolan di bin avê de man.
Li Bakurê Kurdistanê tevî nêzîkbûna demsala havînê şilî berdewam dike.
Li navenda bajarê Xarpêtê îro demjimêrên esir baran û zîpikeke zêde bariya û rê û kolan di bin avê de man.
Ji ber zêdebûna baran û şiliyê hinek rêyên bin piran ji hatûçûnê re hatin girtin û pirsgirêkên trafîkê çêbûn.
Hinek otomobîl di rêyan de man.
Ji bo valakirina avê û vekirina rêyan tîmên pêwendîdar dest bi xebatê kir.
Barîna baranê dem bi dem berdewam dike.