Li Qersê karkerê bi jehrî ketibû canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, karkerê ku ji ber xwarinê bi jehrî ket, canê xwe ji dest da.

Li parêzgeha Qersê karkerên bi navê Gurbuz K. û Orhan D. yên li Bendava Zarûşadê (Arpaçay) dixebitin şeva borî di şîvê de masî û mirîşk xwarin.

Piştî ku kesûkarên wan agahî ji wan wernegirt û negihiştin telefonên wan tîmên pêwendîdar agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê karê karkeran û Gurbuz K. bi mirî û Orhan D. jî bi awayekî ji ser xwe ve çûyî dîtin.

Tîmên tenduristiyê Orhan D. veguhast Navenda Lêkolîn û Cîbicîkirina Tendirustiyê ya Zanîngeha Kafkasê.

Tîman termê Gurbuz K. jî ji bo karên otopsiyê veguhast morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê.