PWKyê li Amed, Mêrdîn, Êlih û Stenbolê Leyla Qasim bi bîr anî

12-05-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Leyla Qasim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Amed, Mêrdîn, Êlih û Stenbolê Leyla Qasim û hevalên wê bi bîr anî.

Ofîsa Ragihandinê ya PWKyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku wan li Amedê bernameya bîrananîna Leyla Qasimê li dar xist û roja dayikan jî hat pîroz kir.

Li gorî daxuyaniyê, jinên Kurd li Teşkîlata Amedê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê, Leyla Qasimê û hevalên wê bi bî ranîn û roja dayikan pîroz kir.

Di destpêka çalakiyê de Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay derbarê roja dayikan û şehadeta Leyla Qasim û hevalên wê kurte axaftinek kir.

Paşê endama komîsyona jinan a PWKyê Rojbîn Bukunê daxuyaniya PWKyê ya derbarê şehadeta Leyla Qasim û hevalên wê de xwend.

Mehmet Can Azbay bi minasebeta roja dayikan gul diyariyî  jinan kir.

Li Qoserê belavok hatin belavkirin

PWKyê amaje bi wê yekê jî kir ku li mavçeya Qoserê ya Mêrdînê bi boneya 50emîn salvegera şehadeta Leyla Qasimê wan belavok belav kirin.

Rêvebir û endamên PWKyê li Qada Azadiyê û li Rêya Rihayê bi minasebeta salvegera şehadeta Leyla Qasim û hevalên wê belavok belav kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de PWKyê da zanîn ku Rêxistina PWKyê ya Êlihê li hola PWKyê salvegera Leyla Qasimê bir girseyî bi bîr anî.

Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PWKyê cih girtin.

Rêxistina PWKyê ya Stenbolê jî Leyla Qasim û hevalên wê bi çalakiyekê bi bîr anînin û roja dayikan pîroz kir.

Di destpêka çalakîyê de ji bo Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst