Li Çewlîgê pevçûn: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encamê de kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Li navenda Çewlîgê li nêzîk Geliyê Çapaxçûrê di navbera du malbatên mirovên hev de ji ber pirsgirêka erdan pevçûn derket.

Di encamê de kesekî bi tifingê êrişî aliyê din kir û 3 kes birîndar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her sê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê birîndarekî canê xwe ji dest da.

Tedawiya 2 birîndaran berdewam dike.

Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina kujer dest bi xebatê kir.