Nêçîrvan Barzanî: Leyla Qasim û hevalên wê nimûneya berxwedana gelekî ne

12-05-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Leyla Qasim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 50 saliya şehidkirina Leyla Qasimê de peyamek belav kir û got, “Ew û hevalên wê nimûneya berxwedana gelekî ne.”

Îro 50 sal di ser şehîdkirina xwandekar û xebatakara rêya rizgariya Kurdistanê Leyla Qasimê re derbas dibin ku 12ê Gulana 1974an ji aliyê rejîma Beasê ya Îraqê ve hat îdamkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew bi bîr anîn û li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî di peyamekê de got:

“Em di 50 saliya şehîdkirina wan de, slav û rêzên xwe ji bo ruhê pak ê şehîd Leyla Qasimî û hevalên wê dişînîn.

Ew nimûneya canfedayî û berxwedana gelekî ne ji bo azadî û serfiraziyê.

Her tim amade bû her qurbaniyekê bide û ti carî radest nabe.

Leyla Qasim nimûneya keçeka xwedî îrade ya Kurdistanê ye’

Leyla Qasim nimûneya keçeka xwedî îrade ya Kurdistanê ye ku xatiraya wê dimîne.”

Leyla Qasim û 5 ciwanên Kurd ên bi navên Nerîman Fûad Mestî, Cewad Hemwendî, Hesen Hema Reşîd û Azad Silêman Mîran 12ê Gulana 1974an ji aliyê rejîma Beasê ve hatin darvekirin.

Leyla Qasima ku bûye sembola wêrekî û cesaretê dema îdamkirinê marşa neteweyî ya Ey Reqîb xwend û ji bo heta hetayê di hizra neteweya Kurd de zindî ma.

Leyla Qasim yek ji wan jinan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de bûye pêşeng û sembola qehremaniya şoreşgêriyê.

Leyla Qasim sala 1952yan li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû.

Sala 1970yî dema ku li Zanîngeha Bexdayê beşa Civaknasiyê dixwend, di 18 saliya xwe de bû endama Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Herwiha di sala 1972yan de jî di damezirandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de cih gir

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst