Li Mûşê qeza: Kesek mir û 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gimgimê ya Mûşê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de kesek mir, 4 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku Ferît Kondur (42) diajot û ya ku Yaşar Havuz diajot, li ser rêya Gimgim-Erziromê li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê yên 112 Bilez û her wiha yên AFADê û cendirme çûn cihê qezayê.
Di qezaya trafîkê de tevî ajokaran, Eyyup Arme, Tevfik Arme û Veysel Mert Arme yên di otomobîlan de birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Gimgimê.
Ji birîndaran Ferît Kondur tevî midaxeleyê nehat xilaskirin.