Li Mûşê qeza: Kesek mir û 4 kes birîndar bûn

12-05-2024
RÛDAW
Nîşan Mûş Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gimgimê ya Mûşê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de kesek mir, 4 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku Ferît Kondur (42) diajot û ya ku Yaşar Havuz diajot, li ser rêya Gimgim-Erziromê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê yên 112 Bilez û her wiha yên AFADê û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezaya trafîkê de tevî ajokaran, Eyyup Arme, Tevfik Arme û Veysel Mert Arme yên di otomobîlan de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Gimgimê.

Ji birîndaran Ferît Kondur tevî midaxeleyê nehat xilaskirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst