Ebdulezîz Bîlgîn: Ji ber siyaseta qirêj biratiya di nav gelan de jî nemaye

12-05-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Koma Civakên Îslamî Ebdulezîz Bîlgîn got “Niha beriya hemû tiştî ji ber ku li vî welatî edalet tine ye biratiya nav gelan jî nema ye. sedem jî siyaseta qirêj e. Titştekî tenê heye ku vî gelî bi hev ve girêdide orf û edetên me yên Kurmanca yê kev heye.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê biryar e roja Yekşemê 14ê Gulana 2023yan Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28an û Hilbijartina Serokomariyê birêve biçe.

Rûdaw rûmala hilbijartinên Tirkiyê yên di 14ê Gulanê de dike û tîma Rûdawê ya bernameya Rûdawê Îro di vê çarçoveyê de li parêzgeha Mêrdînê bajarê pêkve jiyanê bû.

Di hilbijartinên 2018an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 6 û AK Partiyê jî 2 parlementeran ji Mêrdînê şandibûn parlamentoyê.

Kêşeyê Dêra Çil Şehîdan a Mêrdînê Gabriel Akyuz, Elîkê Betê û Nûnerê Koma Civakên Îslamî Ebdulezîz Bîlgîn beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TVê bû û bersiva pirsên Nwêner Fatîh da.

“100 Malbatên Krîstiyan li Mêrdînê mane”

Kêşeyê Dêra Çil Şehîdan a Mêrdînê Gabriel Akyuz diyar kir ku rewşa xrîstiyanên Mêrdînê zehf baş e û got “Ez dikarim bibêjm serdema xwe ya zêrîn dijîn. Em li Mêrdînê gelek kêfxweş in, xelk ji me re qen ce û em jî ji wan re qenc in û dewlet jî wisa.”

Gabriel Akyuz da zanîn ku li bajarê Mêrdînê 100 malbatên Krîstiyan mane ku dikin derdora 400 kesan.

Keşe Akyuz Mêrdînê ya derbarê nêrîna xristiyan a ji bo hilbijartinan de diyar kir hilbijartin tiştekî demokrasiyê ye û li gorî wijdanê xwe kîjan baş bin dê bidin wan. Herwiha Akyuz ragihand ku ji bo wan hemû aliyên siyasî wek hev in û ew wek ruhanî nikarin cudahiyê têxin navbera aliyên siyasî û nakevin siyasetê.

Li aliyê dên Akyuz tekez kir ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji wan re gelek baş bûye û hêvî dike di vê hilbijartina bê de aliyê ku bê ser desthilatê bi heman awayî ji wan re baş be.

Elîkê Betê yê 90 salî neviyê Elîkê Betê li ser diroka dîroka Tirkiyê û hilbijartinan ji Rûdawa Îro re axivî.

Li bajarê pêkvejiyanê Mêrdînê Kurdên Misilman, Kurdên Êzdî, Krîstiyan, Ereb bi hev re dijîn.

Li ser pirsgirêk û daxwaza pêhateyan ji dewletê Elîkê Betê dibêje “heta beriya derketina PKKê rewşe baş bû, xweş bi rêve diçû, piştî wî dinya nexweş bû. Hikûmeta me jî zêde qîmetê hew da Kurdan, ne da Suryaniyan jî, neda Êzdiyan jî, hema bêjê 3 behrên wan çûne Ewropayê. Yanî ji her gundekî Êzdî û Suryaniyan hema weke berhem hiştin 4-5 mal man ê din çûn. Ê me jî ev der welatê me ye, em li welatê xwe man, neçûn cihekî din li vê derê man.”

Elîkê Betê derbarê rewşa Tirkiyê de got “Xerakirina Tirkiyê ji me re ne baş, avakirina wê xweş e. Kî ava bike kêfa me ji wî re tê. Wexta ku ne aramî çêdibe miletê me perîşan dibe. Bêyî Tirkan em tinene, bêyî Kurdan ew tinene. Îro em û Tirkan be hev du re me tesbît kiriye 6 milyon 800 kisur hezar însan bi hev re zevicîne. Ne mimkûne êdî em ji hevdu cuda bibin.”

Betê diyar kir ku ew dixwazin aşitiyek çêbibe û ne leşker bên kuştin ne jî sivîl bêne kuştin.

Herwiha Elîkê Betê teke kir ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ti aşitiyek çê nekiriye dewletê xweşik birêve nebiriye û got “Bi tankan bi topan, bi leşkeriyê bi dû wan ket heta di Qendîlê de derxist.”

Betê bibîr xist ku dê di 14 Gulanê de hilbijartin çêbibin û got Eger Kemal Kiliçdaroglu bi ser bikeve belkê aşitiyek çêbibe û xweşiyek bikeve Tirkiyê. Ji wextê dewleta Osmaniyan heta vê gavê jî em Kurd di bin eziyetê de ne, di bin zorê de ne. Her zilm û zor li me dibe.”

Herwiha Betê diyar kir ku Kurd hemû erkên xwe yên hewwelatiyê pêk tînin wiha berdewam kir “ Lê me weke hev nakin. Em dibine zarokên jinbavê.”

Li ser pirsa ku “Li Bakur daxwaz hiqûq û azadiyê tê kirin. Kî dikare hiqûqê bide Kurdan?” Elîkê Betê wiha bersiv da “Ew doz ne bi destê me ye, bi destê dewleyê ye. wextê ku dewlet bixwaze serokên me hene, xwendevanên me hene, zanayên me hene, profesorên me hene weke Kurd. Eger bi me re rûnên, çare heye em bi hevdû re weke bira bimeşin. Ev welatê me teva ye. wexta ku li Çanakkaleyê çêbû, şehîden me jî hene, Kibris dîsa şehîd û xaziyên me he, heta Koreyê em çûne me têkoşna xwe bi dewleta Tirk re kiriye. Wexta ku vêcarê ti dewe neman, ne got welle hûn hene. Em tine kirin. yekî din jî heye, însanê ku bibêje ez Kurd im, zerarê dide xwe, divê em nebêjn em Kurd in. Îro xwendevanên me hene, wexta demokrasî hebe ti doza me bi Tirkiyê re nîne, ji bîlî wekheviyê.”

Li ser gotina Erdogan a ku li Wanê gotibû “Min pirsa Kurd çareser kiriye” Elî Betê dibêje “hûn jî dibînin ka hatiye çareserkirin? Tu çareserî nehatiye kirin, ji xeynî nîvê zarokên wî welatê Kurdan bi dû wan ketiye heta Qendîlê derketine.”

“Mirovên birçî û feqîr dê dengên xwe bidin CHPê”

Elîkê Betê diyar kir ku beriya niha hilbiljartinên li Bakurê Kurdistanêl di navbera HDP û AK Partiyê de bûne lê niha ber bihabûna rewş guheriyê û li 17 parêzgehên Bakurê Kurdistanê dê xelk deng bidin HDPê û CHPê.

Herwiha Betê tekez kir ji bo ku demokrasiyê bînin Tirkiye ew û HDPê dê dengên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu û eger Kiliçdaroglu jî pêk neyne dê dilbijartina pêş de deng nedin wî jî û got “Mirovên birçî û feqîr dê dengên xwe bidin CHPê.”

"Ji ber siyaseta qirêj biratiya di nav gelan de jî nemaye"

Nûnerê Koma Civakên Îslamî Ebdulezîz Bîlgîn jî li ser pêkvejiyana Mêrdînê got “Gotinek heye dibêjin `masî ji serî de xera dibe` niha çi siyaset be, çi aborî be, olî be, çi dibe bila bibe ku serî xera bû, tiştek baş namîne, niha serê hemû tiştî edalet e. Xwedê teala esman bi 3 tiştan xemilandiye, erd jî bi 3 tiştan xemilandiye xemla asîman hey, sterk û roj e, xemla erdê çi ye? yekemîn edalet e, duyemîn alim in, sêyemîn jî baran e. wextê ku li serr rûyê erdê edalet nema alim jî xera dibin, ol namîne.”

Bîlgîn diyar kir “Niha beriya hemû tiştî ji ber ku li vî welatî edalet tine ye biratiya nav gelan jî nema ye. sedem jî siyaseta qirêj e. Titştekî tenê heye ku vî gelî bi hev ve girêdide orf û edetên me yên Kurmanca yê kev heye.”

Ebdulezîz Bîlgîn diyar kir ku di sala 2009an de ji ber ku li Midyadê gotibû “Merhaba gelê min” 5 sal ceza qedexeya siyasî danê û got “di sala 2016an de ji ber ku mewlûda Kurdmancî xwend 2 sal di girtigehê de razam. Ji ber ku min nimêjeke cenazeyê kir 10 sal ceza dan min.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst