Berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê: Xetek dixwaze me bike partiya Kurdan, siyaseta me ji Tirkiyê biqetîne

Êlih (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê û berbijêrê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tiryakî ji Rûdawê re got, “Xetek dixwaze me bike partiya Kurdan û siyaseta me ji tevahiya Tirkiyê biqetîne.”

Berbijêrê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tiryakî beşdarî bernameya Berbijêr a Rûdawê bû û bersiva pirsên Abdulselam Akinci da.

Tiryakî diyar kir ku ew ê hemû parlamenterên Êlihê bi dest bixin û got, “Êlih bajarê berxwedanê ye û di dîrokê de piştgirî daye siyaseta Kurdan. Me di hilbijartina 2018an de ji 5 parlementeran 4 bi dest xistin. Îsal, em armanc dikin ku hemûyan bi dest bixin. Em hest dikin ku em ê her 5an bi dest bixin.”

Mehmet Ruştu Tiryakî anî ziman, “Weke Tifaqa Ked û Azadiyê û HDP me tiştek ji Kemal Kiliçdaroglu nexwest. Partiya Çepên Kesk wezaretek nexwest. Negot ev qas burokrat û ewqas parêzgar bidin me.”

“Em ê bibin partiya kilîl”

Tiryakî diyar kir ku ev ne bazara HDPê û Partiya Çepên Kesk e û got, “Armanca HDPê li Tirkiyê demokrasî, ji Kurdan re azadî ye. Siyaseta HDPê û Partiya Çepên Kesk ev e. CHP niha dibêje demokrasî ji bo her kesî. Em ê vê bişopînin û piştgiriyê bidin.

Heger ji bo demokrasî û çareseriya Pirsa Kurd gavekê biavêje, em ê piştgiriya xwe bidomînin. Em dê bi her awayî 80-100 parlamenteran derbixin û bibin partiya kilîl. Heger gav neyên avêtin dê ev piştgirî heta astekê be.”

“Batman sûdê ji petrolê wernagire”

Tiryakî li ser Êlihê jî anî ziman, “Batman yek ji bajarên ku herî zêde hejarî lê heye ye. Batman her tim di nav van bajaran de ye. Li ser axa Batmanê 6 milyon mirov dikarin têr bibin û bijîn. Ji her alî ve zeviyên wê tên çandin. Petrola wê heye, dewlemend e lê Batman sûdê wernagire.

Li Êlihê 40 hezar ciwan di atolyeyên tekstîlê de dixebitin lê hîn jî markayek çênebûye. Em dibêjin divê Fakulteya Moda û Tekstîlê bê vekirin. Heger xizmeteke baş were kirin, dikare li seranserî cîhanê rikeberiyê bike.”

“Partiya Çepên Kesk ne tenê Pirsa Kurd, dixwaze hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bike”

Tiryakî got, “HDP ne tenê partiya Kurdan, partiya Tirkan e jî. Em ne tenê baweriyekê, baweriyên din jî qebûl dikin. Em partiya her cinsan in. HDP û Partiya Çepên Kesk xwe bi vî rengî pênase dikin.

Du xet hene: Xetek dixwaze me bike partiya Kurdan û siyaseta me ji tevahiya Tirkiyê biqetîne.

Xetek jî ji aliyê din ve dixwaze me bike partiya Tirkiyê, tiştekî me bi Kurdan re nemîne. Lê HDP ne tenê partiya Kurdan û ne jî tenê ya Tirkan e. HDP/Partiya Çepên Kesk ne tenê Pirsa Kurd, dixwaze hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bike.”