Hikûmeta Sûriyê derbasbûna rêviyên Rojavayê Kurdistanê bo nav navçeyên xwe qedexe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyê derbasbûna rêvîngên navçeyên Rojavayê Kurdistanê bo nav navçeyên xwe qedexe kir.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja Pêncşemê 11ê Gulanê, dema minibusên rêvîngan ji navçeyên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de derbasî navçeyên hikûmeta Sûriyê bibin, rê li ber wan hat girtin.

Li gor heman çavkaniyan, desthilata Sûriyê tenê rê da nexweşên ku raporên pizîşkî li gel wan hene derbasî navçeyên hikûmetê bibin, û heta niha jî sedemên qedexekirinê ne hatine zanîn.

Di salên borî de jî, çend caran desthilata Sûriyê tedbîrên qedexekirina derbasbûna xelkê navçeyên Rêveberiya Xweser bo nav navçeyên xwe wergirtibûn.