Rojhilatê Kurdistanê; Ji sedî 10ê jinên navçeyên sînorî kolber in

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê li Encûmena Bilind a Parêzgehên Îranê ragihand ku ji sedî 10ê jinên navçeyên Pawe, Hewraman û Merîwan kolber in û erkê birêvebirina malê li ser milê piraniya wan e.

Nûnerê Parêzgeha Kirmaşan li Encûmena Bilind a Parêzgehên Îranê Qubad Kerempûr ji ajansa ILNA ya Îranî re gotiye: “Jinên kolber gelek caran bo min behsa pirsgirêkên xwe kirine û gotine eger mehane tenê 2 milyon timenê (70 $) me hebin dikarin bextewer bijîn.”

Zivistana sala 2020an Rojnameya Hemşehrî, çapa Tehranê belav kiribû ku li gundên sînorî yên parêzgehên Sine, Urmiye û Kirmaşan “hejmareke berçav a jinan” kolberiyê dikin û bhinek ji wan xwe dikin wek mêran daku bikaribin di rêza dirêj a mêran de kolberiyê bikin.

Nûnerê Parêzgeha Kirmaşan li Encûmena Bilind a Parêzgehên Îranê Qubad Kerempûr dibêje, berpirsekî bajarê Paweyê beriya demekê kolberî bo jinan wek karekî ne maqûl bi nav kiribû û tekez kir, “rast e ne maqûl e, lê we ji bo ku ew jin kolberiyê nekin çi kiriye, gelo we mehane tenê 100 hezar tûmen jî daye wan daku dest ji kolberiyê berdin? Kolber di vê rewşa zehmet de çi bikin.”

Sibata sala 2021an, medyayê li ser zarê çalakvanê pîşeyî yê Merîwan Ebdulla Bilwasî belav kiribûn ku li 7 gundên parêzgehên Sine û Kirmaşan 110 jin kolberiyê dikin. Cîgirê parêzgarê berê yê Sine Îbrahîm Zar`î, roja 5ê Nîsana 2021ê hebûna kolberên jin red kiribû û gotibû: “Li gor zanyariyan û axaftina Qeymeqamê Merîwan, hebûna 150 jinên kolber tenê îdîaya medya biyanî ye.”