600 xwendekarên biyanî li Zanîngeha Pizîşkî ya Kirmaşanê dixwînin

12-05-2022
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku 600 xwendekarên biyanî li zanîngeha wan dixwînin û li Îranê duyem zanîngeha pizîşkî ye ku herî zêde xwendekarên biyanî lê dixwînin.

Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Kirmaşan Qubad Mihemmedî got: “Em hewl didin vê zanîngehê zêdetit pêş bixin û di salên bê de hejmareke zêdetir a xwendekaran werbigrin.”

Li gor Mihemmedî, Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Kirmaşanê li rojavayê Îranê di pileya yekem û piştî Zanîngeha Pizîşkî ya Tehranê di peleya duyem de ye li seranserê Îranê ku herî zêde xwendekarên biyanî lê dixwînin.

Li gor raporta Zanîngeha Razî ya Kirmaşan, li wê zanîngehê jî 422 xwendekarên biyanî dixwînin û destpêka sala xwendinê ya îsal Zanîngeha Razî 200 xwendekar wergirtine. Rêvebera Ofîsa Hevkariyên Navdewletî ya Zanîngeha Razî Teyibe Nasirî dibêje: “Piraniya wan xwendekaran ji Iraqê hatine û bê Scholarship (Burs) li vê zanîngehê dixwînin.”

Li gor Serokê Zanîngeha razî ya Kirmaşan Mihemed Nebî Ehmedî, heta niha 250 xwendekarên Iraqê li wê zanîngehê xwendina xwe temam kirine. Konsulê Iraqê li Kirmaşan Cafer Sitar Hezelî meha Sibata îsal gotibû: “Zêdeyî 90 hezar xwendekarên biyanî li Îranê dixwînin û ji wê hejmarê 75 hezar kes xwediyê nasnameya Iraqî ne.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst