PAK: Ti bidarvekirin dê nekare rê li ber azadiya Kurdistanê bigire

12-05-2022
RÛDAW
Nîşan Leyla Qasim PAK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 48 saliya sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wê peyamek belav kir û ragihand ku “têkoşîna azadiya Kurdistanê ya ku Leyla Qasim di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.”

Pêşmerge Leyla Qasim di 12 Gulama 1974an de ango beriya 48 salan li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê ji aliyê rejîma Beasê ve hatibû darvekirin. Leyla Qasim tekoşereke jin a endama Partiya Demokrat a Kurdistanê-Iraq(PDK-I) bû.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya salvegera şehîdkirina Leyla Qasim daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin: “Ew alaya ku Leyla Qasim jibo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe. Têkoşîna azadiya Kurdistanê ya ku Leyla Qasim di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.”

PAK di beşeke din a daxuyaniyê de dibêje: “Ti darvekirin, kuştin, destdirêjî û jenosîd dê nikaribe rê li ber azadiya Kurdistanê bigire. Em Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê careke din bi giramî bi bîr tînin.”

Layla Qasim kî ye? 

Leyla Qasim roja 27ê Kanûna 1950 li taxa Neftxane ya bajarê Xaneqînê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Paşî malbata wê koçberê Bexdayê dibin û Leyla li wir dest bi xwendinê dike. 

Tekoşera kurd Leyla Qasim di salên xwendinê de beşdarî nav tevgera Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bû. Ramanên şoreş û têkoşînê gelekî bandor li wê kiribûn, lewra biryar da bibe pêşmerge. Leyla bi v^’I armancî tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû. 

Leyla Qasim bi xebatên xwe selmand ku di şoreşê û di civakê de jin jî dikarin li kêleka zilaman û mil bi milên wan têbikoşin û li doza xwe xwedî derbikevin. Lewma wê, bêyî tirs, di bin şertên herî giran û metirsîdar de, di nav xendekarên kurd de xebata xwe ya siyasî domand. 

Roja 28ê Nîsana 1974ê Leyla û 4 hevalên wê ji aliyê rejîma Bees ve hatin girtin. Leyla û hevalên wê di girtîgehê de rastî şikence û azareke pir mezin hatin. 

Derbarê wan de ti tawanek nehat îspatkirin lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ku piştgirî ya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt de dadgeheke formalîte pêk anîn û ji bo her 5 ciwanên kurd cezayê îdamê derxistin. 

Karbidestên rejîma Bees ji Leylayê dixwazin, ku bila nameyekê ji bo serokomarê Iraqê binivîse û daxwaza lêborînê bike. Lê ew ji rûyê generalên Beesî re dibêje: “Ez tenê ji tiştekê poşman in, ew jî ew e, ku min nekarî demeke dirêj xizmeta gelê xwe bikim. Ez tenê daxwaza lêborînê ji gelê xwe dikim. Ji ber ku di rastiyê de, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kirye.” 

Li gor gotina wan kesên ku Leyla nasdikirin, Leyla keçeke çavnetirs, zîrek, axaftin xweş, esmer, bejin bilind û şirîn bûye û di karê rêkxistinê de bi dîsîplîn û rêkûpêk bûye. Wê di çaxê di bin çavdêriya îstixbarata Iraqê de bi wêrekî bersiva pirsyarên karbidestên dewletê daye û di dagehê de li rûyê hakimê Beesî nêriye û bi dengekî bilind wiha gotiye: "Min bikujin. Lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim." 

Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê roja 12ê Gulana 1974ê, demjimêr 07.00ê berê sibê Leyla Qasim û hevalên wê îdam kirin. 

Di dema darvekirinê de Leylayê nehiştiye ku çavên wê bigirin û destên wê jî girê biden. Wê bi xwîndina sirûda netweyî ya “Ey Reqîb” baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistanê ji herkesî re selmand. 

Rejîma Bees nehîşt termê Leylayê li Kurdistanê were veşartin, ji ber wê jî li bajarê Necefa Iraqê hat binaxkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst