Radestkirina Medreseya Sor bo komeleyeke nêzîkî AKPê di rojevê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha  Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê  behsa wê yekê tê kirin ku Medreseya Sor ku cihek dîrokî yê navçeyê ye bo komeleyeke nêzîkî AK Partiyê bê dayîn.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê di Parlamentoya Tirkiyê de ev yek anî rojevê û ji bo lêkolîna li ser mijarê pêşniyarpirsek arasteyî Wezîrê Çand û Geştiyariya Tirkiyê kir.  Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî  derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got: “Lêkolînên me ên li ser mijarê berdewam in. Eger tiştekê bi vî rengî çêbibe em dê weke baro tedbîrên xwe werbigirin û derbarê mijarê de  dozê tomar bikin.” 

Ev demeke îdiaayên radestkirina Medreseya Sor a dîrokî  ya Cizîrê bo komeleyeke di kontrola Hatîce Atan ku Seroka Encûmena Jinan a AK Partiyê ye di rojevê de ye.

Seroka Encûmena Jinan a AK Partiyê Hatîce Atan ku xwe weke keça manewî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dide naskirin,  berî niha jî bi biryara Qeyûmê Şaredariya Cizîrê çend cihên dîrokî yên li Birca Belek û Kela Cizîrê bo komeleyên di rêveberiya wê de hatine terxankirin û wan weke ofîs bikar tîne.  

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji çend çavkaniyên xwecihî wergirtine niha behsa wê yekê tê kirin ku Medresaya Sor jî  bo komaleyeke di rêveberiya Hatîce Atan de bê terxankirin. 

Parlamentera HDPê Nuran Îmîr 9ê Gulana 2022ê ev mijar di Parlamentoya Tirkiyê de anî rojevê û derbarê mijarê de ji bo ku bi bersivîne pêşniyarpirsek arasteyî Wezîrê Çand û Geştiyariyê yê Tirkiyê kir.

Nuran Îmîr di pêşniyar pirsa xwe de  ev pirs kirin:

  • “Di serî de Medreseya Sor û derbarê cihên din ên dîrokî yên li Cizîrê çi zanyariyên we hene? Di demekê de ku divê ev cih girêdayî wezareta we bin, hûn agahdar in ku ji aliyê kê ve û bi çi armancê tên bikaranîn?”
  • “Hûn ji wê yekê agahdar in, ku avahiyeke Kela Cizîrê û Birca Belek bi salan e ji aliyê komaleyekê ve wekj ofîs tê bikaranîn? Hûn agahdar in ku ev avahiyên dîrokî ji aliyê van komaleyan ve çawaû bi çi armancê tên bikaranîn?”
  • “Hûn dê derbarê îdiaya radestkirina Medreseya Sor bo komaleyeke xêrxwaziyê daxuyaniyekê bidin?
  • “Cihên çandî û dîrokî li gor kîjan yasayê bo komaleyan tên dayîn?”
  • “ Hûn ji wê yekê agahdar in ku ev komale ji aliyê kê ve tên birêvebirin? Hûn ji wan îdiayanagahdar in ku navê gelek ji rêvebirên wan tevlî dosyeyên gendeliyê bûne? Eger hûn ji vê yekê ne agahdar in hûn dê derbarê rêvebirên van komele û weqfan de lêkolînekê bidin destpêkirin?

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî îro 12ê Gulana 2022ê  derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî.

Rojhat Dilsîz amaje bi wê yekê da ku, li navçeyê îdiayên bi vî rengî hene lê derbarê mijarê de heta niha ti tiştekî piştrast nîne ku Medereseya Sor bo ti komaleyekê hatibe radestkirin, yan bê radestkirin.

Serokê Baroya Şirnexê  da zanîn ku lêkolînên wan ên li ser mijarê berdewam in û tekez kir “eger tiştekî bi vî rengî çêbibe ew dê weke Baroya Şirnexê derbarê mijarê de tedbîrên xwe werbigirin û  dozê tomar bikin.”

Medreseya Sor

Medreseya Sor, cihekî dîrokî û kevnare li Cizîra Botan e. Medreseya Sor ji aliyê Mîr Şerefdîn Duyem ve hatiye avakirin. Emîr Şerefê Duyem ê kurê Emîr Bedredînê kurê Emîr Şerefê Yekem ê kurê Emîr Alî Begê kurê Mecdedîn e. Cizîr, 1475'an de ketiye bin destê Aqoyunîyan de. Di wî demî de Mîrên Cizîrê tevde hatine sirgûn kirin, gelek ji wan jî hatine kûştin.

Medreseya Sor cihekî dîrokî û kevnar ê Cizîra Botan e. Medreseya sor ji aliyê Emîr Şerefê Duyem ve hatiye avakirin. Cizîr, 1475'an de ketiye bin destê Akkoyunîyan de. Di wî demî de mîrên cizîrê tevde hatine sirgûn kirin, gelek ji wan jî hatine kûştin. emîr şerefê duyem ê kurê Emîr Bedredîn bi alîkariya gelê botan 1508'an de dîsa Cizîr wergirtiye.

Avahiya medreseya sor bi mîmariya xwe ji cûreyên medreseyên hewşa wan vekiriye. Di nava gel de bi “Medresa Sor” tê binavkirin. Medreseya sor, li rojavayê Cizîrê  hatiye avakirin. ji ber ku bi piranî bi tuxlayên sor hatiye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatiye gotin. Ji bo ketina malde li pêşiya deriyê wê yê ji derve 4 derincên bi kevir hatiye çêkirin. Medrese ji aliyê rojhilat ve 18,95 m ji erdê bilind e, bes binetara wê jî 1,10 metre ji erdê bilindtir hatiye danîn. aliyê wê yê başûr bi sê eywan e û mizgefta medreseyê jî di wê beşê de ye. Tirbeya şairê mezin ê edebiyata klasîk a Kurdî Meleyê Cizîrî  li aliyê rojhilat yê Medreseya Sor e.