Serok Mesûd Barzanî: Pîrozbahî li malbatên şehîd û Pêşmergeyên qehreman dikim

12-05-2021
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Cejna Remezanê Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi munasebeta hatina Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got “Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çînên Kurdistanê dikim.”

“Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.”

Serok Mesûd Barzanî di peyamê de pîrozbahiyê pêşkêşî malbatên şehîdan jî kir û dibêje “Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çînên Kurdistanê dikim.”

Serok Mesûd Barzanî di berdewamiya peyama xwe de hêvî kir û got “Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê, li hemû misilmanan qebûl bike û ev cejin bibê cihê dawî hatina nexweşî û kavilkarî û vegerana aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê. Hêviya xêr û xweşî û tendirustiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst