Leyla Qasim di hizra netewa Kurd de zindî ye
Hewlêr (Rûdaw) – Îro 46 sal di ser şehîdkirina xwandekar û xebatakara rêya rizgariya Kurdistanê Leyla Qasim re derbas dibe, ku di 12ê Gulana 1974an de ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve hat îdamkirin. Leyla Qasim bi cesaret ve di dema îdamkirinê de marşa netewî ya Ey Reqîb xwandin û bo heta hetayê di hizra netewa Kurd de zindî ma.
Leyla Qasim yek ji wan keçan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgêriyê
Leyla Qasim di sala 1952an de li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bibû û ji ber xebatên di rêya bizava rizgarîxwaz a Kurdistanê de, di 28ê Nîsana sala 1974an de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin û di 12ê Gulana heman salê de bi destê hikûmeta Beisa Iraqê ve hatibû bidarvekirin.
Di roja 28ê Nîsana sala 1974an de Leyla û çar hevalên wê Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî hatin girtin û rejîma Bexdayê di Rojnameya Elsewre organa fermî ya dewletê û di radyo û televîzyona xwe de ew girtî wekî terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkî û raya giştiya cîhanê re dan nasîn.
Beisiyan daxwaz ji Leyla Qasim dikirin ku bi nivîsîna nameyekê ji bo Serokomarê Iraqê yê wê demê daxwaza lêborînê bike û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan re diyar bike, lê Leylayayê wiha bersiva wan da:“Eger ku ez ji karekî jiyana li vê cîhanê poşman bibim, ew ev e ku ez zû dimirim bêy ku bikaribim demeke dirêj ji gelê xwe re xebatê bikim û eger qirar be daxwaza lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim. Ji ber ku bi rastî, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kiriye.”
Leyla û hevalên wê di girtîgehê de rastî gelek îşkence û azareke pir mezin bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îsbatkirin jî, lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî rewşenbîrên Kurd ku piştgirî ya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgeheke formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.
Dema ku ew di bin çavdêriya îstixbarata dewleta Iraqê de bû, bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida.
Leyla Qasim di dadgehê de û piştî ku cezatê darvekirinê lê hat birîn, di rûyê hakimê Beisî de sekinî û bi dengekî bilind jê re got: “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”
Her ji roja şehîdkirina wê ve û heta niha, Leyla Qasim bûye sembola jina Kurd a şervana azadî û rizgariya Kurdistanê û di siyaset û edebiyata Kurdî de cihekî wê yê taybet heye.
Şehîdkirina Leyla Qasim di demekê de bû, ku pêwendiyên navbera tevgera rizgarîxwaz a Başûrê Kurdistanê ya bi serokatiya Mistefa Barzanî û hikûmeta navendî ya Iraqê ber bi xirabbûnê ve diçûn û Bexdayê hewl dida, ku rêveberiya otonomiyê ji Kurdan wergire, ku piştî rêkevtina 11ê Adara 1970an hatibû avakirin.
Herwiha Leyla Qasim bû yekemîn jin li Iraqê ku cezayê îdamê li ser hat sepandin û ew ceza li ser hat cîbicîkirin.
Leyla Qasim her çend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû îşekencekirin, lê ji bo ku dilê dostan şa û dilê dagîrkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meşiya. Di deqîqeyên dawiyê de wê nehişt ku rondik li ser çavên wê diyar bibin û nehişt ku destên wê jî girê bidin. Wê bi xwîndina marşa netweyî ya Kurdan (Ey Reqîb) baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistan ji herkesî re da selmandin.
Piştî şehîdkirina wan, Selamê birayê wê jî li Bexdayê ji aliyê Beisiyan ve hat şehîdkirin. Guneha Selam tenê ew bû ku wêneyê Leylayê gihandibû destê xwendevanên Kurd yên li Ewropayê ku endamên Yekîtiya Qutabiyên (xwandekarên) Kurdistanê (YQK) bûn.
Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê dizanîn, ku eger keçeke wiha xwedîbawerî zindî bimaba dê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb pêkanîba. Ji bona wê jî di demeke kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û di roja 12ê Gulana 1974an de, di saet 7ê berê sibê de Leyla Qasim û hevalên wê îdam kirin.