KCD: Leyla Qasim afirînerê hizra netewbûnê ye

12-05-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kurd Leyla Qasim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kongreya Civaka Demorkatîk (KCD) bi boneya 46mîn salvegera şehîdkirina wê, di daxuyaniyê de xwandekara Kurd a şehîd, Leyla Qasim û hevalên wê bi bîr anî û ragihand, “kesên Leyla Qasim û hevalên wê darvekirin, bi heman zagonan hatin darvekirin û ev yek rewşek trajîk û îbret e.”

KCD îro Sêşemê 12ê Gulanê ji ber salvegera darvekirina şehîd Leyla Qasim û hevalên wê ji aliyê hikûmeta Iraqê ya berê ve daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: Em li hemberî têkoşîna xwendevana civaknasiyê Leyla Qasim a 22 salî ku ligel hevalên xwe Cewad Hemevendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd û Azad Suleyman Mîran ku ji hêla Rejîma Beis ve hatin darvekirin bejna xwe ditewînin.

Di daxuyaniya xwe de, KCD amaje bi wê yekê dike ku Leyla Qasim di têkoşêna gelê Kurd de meşxelek e û afirînerê hizra netewbûnê ye û dibêje: “Cihê Leyla Qasim her daîm di dilê gelê Kurd de ye.”

KCD wiha dibêje: “Leyla Qasim him di têkoşîna netewî ya gelê Kurd û him jî di têkoşîna azadiya jinê de bûye meşxelek. Bersiva Leyla Qasim a li hemberî desthilatdariyên ku xwestin gelê Kurd qir bikin bêyî nîqaşê bîra netewbûnê afirandiye. Ji ber vê yekî cihê Leyla Qasim her daîm di dilê gelê Kurd de ye. Dê ji wê hêz bê girtin û navê wê di têkoşîn û berxwedana Kurdan de cihê xwe bigire.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Kongreya Civaka Demorkatîk dibêje, Rejîma Beisê li ser gelê Kurd siyasetên dagîrkariyê û komkujiyê pêk aniye û tekez dike: “Em wek Kongreya Civaka Demokratîk dîktatorê rejîma Beisê, Seddam û dorhêla wî yên ku li hemberî Kurdan qirkirin, fişar û siyasetên tunekirinê meşandine, şermezar dikin. Kesên Leyla Qasim û hevalên wê darvekirin, bi heman zagonan hatin darvekirin û ev yek rewşek trajîk û îbret e.”

Leyla Qasim di sala 1952an de li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bibû û ji ber xebatên di rêya bizava rizgarîxwaz a Kurdistanê de sala 1974an ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin û di 12ê Gulana heman sale de bi destê hikûmeta Beisa Iraqê ve hatibû bidarvekirin.

Ji wê rojê û heta niha Leyla Qasim bûye sembola jina Kurd a şervana azadî û rizgariya Kurdistanê û di siyaset û edebiyata Kurdî de cihekî wê yê taybet heye.

Leyla Qasim di dadgehê de û piştî ku cezatê darvekirinê lê hat birîn, di rûyê hakimê Beisî de sekinî û bi dengekî bilind jê re got: “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”

Şehîdkirina Leyla Qasim di demekê de bû, ku pêwendiyên navbera tevgera rizgarîxwaz a Başûrê Kurdistanê ya bi serokatiya Mistefa Barzanî û hikûmeta navendî ya Iraqê ber bi xirabbûnê ve diçûn û Bexdayê hewl dida, ku rêveberiya otonomiyê ji Kurdan wergire, ku piştî rêkevtina 11ê Adara 1970an hatibû avakirin.

Herwiha Leyla Qasim bû yekemîn jin li Iraqê ku cezayê îdamê li ser hat sepandin û ew ceza li ser hat cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst