Di meha Remezanê de jiyana dijwar a bêrîvanên Colemêrgê

12-05-2020
RÛDAW
Nîşan Bêrîvan Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînan a Colemêrga Bakurê Kurdistanê hinek jin ligel kar û barê malê li zozanan bêrîvaniyê dikin û piştgiriyê didin budçeya malbatê.

Bêrîvanên li gundê Gunyaziya bi qasî 20 kîlomêtroyî ji navçeyê dûr sibehê zû ber bi zozanan ve derdikevin rê û piştî rêwîtiya bi qasî 2 saetan digihêjin cihê ku pezên wan li wir e.

Bêrîvan bi sedan mih û bizin didoşin û bi şîrên ku dagirtin bîdonan rêya gundê xwe digirin.

Jin penêr, mast, nivişk û toyê ku bi şîr çêdikin difroşin û di debara malbata xwe dibin alîkar.

Ji bêrîvanan Perîzad Kiliç dibêje bi meşê diçin cihê ku pezê wan lê mexel hatiye û wiha axivî: "Em ligel kar û barên rojane yên malê pezên xwe jî didoşin, penêr û mastê xwe çêdikin. Ji ber ku remezan e em gelekî zehmetiyê dikşînin. Dema li vir karê me xilas dibe, em diçin malê bi zarokên xwe re eleqedar dibin û amadehiya fitarê dikin.”

Medîha Keskîn jî diyar kir ku li zozanê 3 saetan pez didoşin û got: “Karekî zehmet e, lê em ji bo debara xwe mecbûr in. Em şîrê pezê xwe dibin malê haveyn dikin û jê mast û penêr çêdikin. Herwiha em ji bo zivistanê jî amadehiyê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst