PAK: Tekoşîna Leyla Qasim li her parçeyên Kurdistanê berdewam e

12-05-2020
RÛDAW
Nîşan Leyla Qasim PAK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 46 saliya sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wê peyamek belav kir û ragihand ku “têkoşîna azadiya Kurdistanê ya ku Leyla Qasim di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.”

Leyla Qasim di 12 Gulama 1974an de ango beriya 46 salan li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê ji aliyê rejîma Beasê ve hatibû darvekirin.

Partiya Azadiya Kurdistanê bi boneya salvegera şehîdkirina Leyla Qasim daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin: “Ew alaya ku Leyla Qasim jibo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe. Têkoşîna azadiya Kurdistanê ya ku Leyla Qasim di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.”

PAK di beşeke din a daxuyaniyê de dibêje: “Ti darvekirin, kuştin, destdirêjî û jenosîd dê nikaribe rê li ber azadiya Kurdistanê bigire. Em Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê careke din bi giramî bi bîr tînin.”

Leyla Qasim

Leyla Qasim di 27-12-1950yê de li taxa Neftxane ya bajarê Xaneqînê jidayîk bûye. Piştî ku di sala 1974an de li Fakulteya Edeb a Bexdayê hat wergirtin, bi rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kete têkiliyê. Piştî sêdaredana wê di sala 1974an de, hikûmeta Beesê rê li ber veşartina termê wê li Xaneqînê girt, lewma li goristaneke bajarê Necefê hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst