Barzanî: Leyla Qasim sembola xweneçemandin û cangorîdanê ye

12-05-2019
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Leyla Qasim Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 45 saliya sêdaredana Leyla Qasim û hevalên wê peyamek belav kir û ragihand ku Leyla Qasim sembola xweneçemandin û cangorîdanê ye ji bo me hemûyan.

 

Leyla Qasim di 27-12-1950yê de li taxa Neftxane ya bajarê Xaneqînê jidayîk bûye. Piştî ku di sala 1974an de li Fakulteya Edeb a Bexdayê hat wergirtin, bi rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kete têkiliyê. Piştî sêdaredana wê di sala 1974an de, hikûmeta Beesê rê li ber veşartina termê wê li Xaneqînê girt, lewma li goristaneke bajarê Necefê hat veşartin.

 

Peyama Serok Barzanî

 

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

 

Îro çil û pênc sal di ser sêdaredana Leyla Qasim û rêhevalên wê re derbas dibe. Leyla Qasim bi sedema Kurdbûn û azadîxwazî û bîr û baweriyê ve giyana xwe gorî kir û hate şehîdkirin. Leyla mînakeke bilind a keça Kurd û mirovê Kurd e ku wê şehîdbûn weke şanaziyek qebûl kir û serê xwe ji bo dijmin û celladan nizm nekir û dîrok ji bo xwe û gelê xwe dirust kir. Leyla Qasim sembola xweneçemandin û cangorîdanê ye ji bo me hemûyan. Ew bi şehîdbûna xwe ji bo dost û dijminan selimand ku wefadariya ji bo Kurdistanê li ser rûyê hemû tiştek e û mirina serbilindane pir bihatir e ji jiyana bindestî.

 

Silav li giyanê pak ê şehîd Leyla Qasim û hevrêyên wî û hemû şehîdên rêya azadiyê...

 

Mesûd Barzanî

12.05.2019

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst