Li Mexmûr, Daqûq û Xurmatû pirsgirêk derdikevin pêş dengderan

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mexmûr, Daqûq û Xurmatû pirsgirêk derdikevin ber dengderan û rê nadin ku welatî ji bo dengdanê vegerin deverên xwe.

 

Qayimeqamê Mexmûrê Rizgar Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku polîsê federalî yê Iraqê ji saet 00:00ê ve rê girtine û nahêlin xelkê Mexmûrê ku li Hewlêrê ne, ji bo dengdanê vegerin devera xwe.

 

Rizgar Mistefa herwiha diyar kir ku niha li gel parêzgar û komîsyonê di têkiliyê de ne, daku pirsgirêk çareser bibe û welatî bikarin dengên xwe bidin.

 

Heman pirsgirêk li Daqûq û Xurmatû jî heye.


Herwiha li parêzgeha Duhokê û bi taybet li navenda bajarê Duhokê û qezaya Zaxoyê 14 navendên dengdanê ji ber kêşeyên tekînîkî di amûrên elektronî yên dengdanê de nehatine vekirin.

 

Li Iraq û Herêma Kurdistanê proseya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê îro di saet 07:00an de dest pê kir.

 

Li Parlamentoya Iraqê 328  kursî hene, ku 6 hezar 986 namzed hevrikiyê ji bo wan dikin. Nifûsa Iraqê 37 milyon e, ku ji wan 24 milyon kes xwediyê heqê dengdanê ne.