NISÊBÎN – Bombe di destê zarokê 11 salî de teqiya

12-05-2018
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Zarok Teqîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan  - Li Bakurê Kurdistanê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê zarokekî bi navê Hogir Kayran li erdê tiştekî dîtiye û di destê wî de teqiyaye, di encama teqînê de zarokê 11 salî canê xwe ji dest da.

 

Hat ragihandin ku li taxa Dîcle ya Nisêbînê zarokê 11 salî Hogir Kayran dema ku pezên xwe li cihekî ku bermahiyên xaniyan hatine avêtin diçêrand, li erdê maddeyeke hesinî dîtiye û pê re lîstiye û ew madde di destê wî de teqiyaye.

 

Di encama teqînê de zarokê birîndar, bi agahdarkirina welatiyên li nêzîkî cihê bûyerê, bi ambulansê ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê  hat rakirin, lê belê tevî hemû hewldanan zarokê bi navê Hogir Kayran nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

 

Termê zarokê 11 salî ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê û li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst