Qaymiqamê Mexmûr: Ji ber Polîsê Federal 18 hezar kes nikarin deng bidin

12-05-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Mexmûr Polîsê Federal Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qaymiqamê bi wekalet ê Mexmûrê Rizgar Mihemed ragihand, ku ji ber Firqeya 3 ya Polîsê Federal ê Iraqê riya Hewlêr û Mexmûrê venake nêzîkî 18 hezar kesên nîştecihên Mexmûrê nikarin dengên xwe bikar bînin.

 

Qaymiqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 12.00ê şeva derbasbûyî ve Firqeya 3 ya Polîsê Federal riya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de girtiye. Vê yekê jî astengî ji bo dengderên Mexmûr û Qeracê derxistiye.”

 

Rizgar Mihemed herwiha got: “Bi giştî ji 20 hezar dengderan tenê beşek di nav Mexmûrê de ne û dengderên din ên Kampa Dîbege û cihên din in.”

 

Her çend Parêzgariya Nînowayê ji bo vekirina riyan ferman derxistiye lê berpirsên Polîsê Federal dibêjin, ku ew tenê fermanan ji fermandarê xwe Şakir Cewdet werdigrin û heta ew jî ferman nede rê nayên vekirin.

 

Roja şemiyê 12-05-2018, di saet 07:00an de proseya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê li hemû parêzgehên Iraq û Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye û dengdan di saet 18:00an de bi dawî dibe.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst