Li ser Sûrên Amedê kişandina wêneyên selfiyê hate qedexekirin

12-05-2017
RÛDAW
Nîşan Amed Sûr qedexe wêne selfî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li ser sûrên Amedê kişandina wêneyên selfiyê hate qedexekirin.

 

Piştî ku li derdora Mizgefta Hezretê Silêman park hate çêkirin, xelkê Amedê berê dan wê mizgeftê û li ser Sûrên Amedê dest bi kişandina wêneyên selfiyê kirin.

 

Çend roj berê jî dayîkek û keça wê xwestine wêneya xwe bikşînin û ji ser Sûrê ketine xwarê. Hat ragihandin ku piştî vê bûyerê, ev biryar hatiye dayîn.

 

Di dawiya sala 2015an heta meha Adara 2016an li Bakurê Kurdistanê bajarê Amedê li nav kuçe û kolanên navçeya Sûrê di navbera PKK û hêzên ewlehiyê de şerekî dijwar qewimî.

 

Piştî wî şer û pevçûnên dijwar, nîvê xaniyên li nav Sûrên Amedê wêran bûn û heta niha li nîvê taxên nav Sûrê qedexeya derketina derve berdewam e.

 

Hikûmeta Tirkiyê piştî ku şer xilas bû, xaniyên li nav Sûrê kire malê dewletê û ji welatiyan re dest bi dayîna heqê xaniyên wan kir û ev pêvajo hêj berdewam e.

 

Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ya Tirkiyê li nav Sûrê dest bi jinûve avakirinê kiriye û heta niha derdora Mizgefta Hezretê Silêman hatiye çêkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst