Otomobêlên Klasîk bûn xemla cadeyên Kerkûkê

12-05-2017
RÛDAW
Modêla hin otomobêlan digihîje beriya 70 salan
Modêla hin otomobêlan digihîje beriya 70 salan
Nîşan Otomobêl klasîk nimayîş Kerkûk
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê nimayîşa Otomobêlên Klasîk hate lidarxistin. Hezkiriyên otomobêlên klasîk ên xort û pîr beşdarî nimayîşê bûn.

 

Li pêşangehê 38 otomobêlên klasîk hatin nimayîşkirin ku ji wan hin otomobêl, modêla wan digihîje beriya 70 salan.

 

Amadekarê pêşangehê Dana Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand: “Divê ev otomobêl werin parastin. Gelek otomobêlên klasîk hene ku hatine jinavbirin û avêtin. Pêwîst e ev bimînin. Çimku ev nîşaneya Kerkûkê ne.”

 

Otomobêlên klasîk ên ku dihatin nimayîşkirin, bala xelkê Kerkûkê kişandibûn ser xwe. Welatiyên ku li ber pêşangehê derbas dibûn, heta ku bi wan otomobêlan wêneyan nekşînin, ji wê derê nediçûn.

 

Xwediyê otomobêlekê yê bi navê Cemal Dunya diyar kir, ku modela otomobêla wî 1949 e.

 

Modelên otomobêlên li pêşangehê di navbera salên 1940 û 1975an de ne.

 

Herwiha him xwediyên otomobêlên klasîk û him jî welatiyên ku hatibûn temaşeyê hêvî dikin ku pêşangeh cardin were lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst