PAK: Tekoşîna Leyla Qasim li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam e

12-05-2017
RÛDAW
Nîşan Leyla Qasim PAK Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), bi boneya 43emîn salvegera şehîdbûna Leyla Qasim peyamek weşand û got: “Em Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”

 

PAKê di peyama xwe de diyar kir, ku Leyla Qasim tekoşereke jin a endama Partîya Demokrat a Kurdistanê bû û got: “Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê liba dibe.”

 

Herwiha di peyamê de hate gotin: “Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya, ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.”

 

PAKê Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr anî û da xuyakirin: “Tu darvekirin,kuştin, destdirêjî û jensoîd dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst