HDP: Hevalên me bi neheqî hatine girtin

13-05-2017
RÛDAW
Parlamentera HDPê ya Edeneyê, Meral Daniş Beştaş
Parlamentera HDPê ya Edeneyê, Meral Daniş Beştaş
Nîşan HDP Meral Daniş Beştaş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê her roj hin rêveberên HDPê û DBPê serbest tên berdan û hin rêveberên wan jî têne zîndanîkirin. HDPyî dibêjin, ev yek nîşan dide ku li Tirkiyeyê dadgeh ne serbixwe ye û biryarên xwe li gorî siyasetê dide. Hin AK Partiyî jî ji vê rewşê nerazî ne û dixwazin HDP jî rola xwe ya siyasî bi cih bîne. 

 

Di rojên dawiyê de roj nîne ku parlamenter an rêveberên HDP û DBPê ji girtîgehê neyên berdan an jî careke din neyên girtin. 

 

HDPyî dîsa li ber Dadgeha Amedê civiyan e. Vê carê jî rûniştina doza Hevşaredarê Bajarê Amedê Firat Anli ye. Ew dibêjin biryarên wisa tên dayîn weke ku dadgeh henekê xwe bi wan bike. Ev jî nîşan dide ku dadgeh li Tirkiyeyê ne serbixwe ne.

 

Parlamentera HDPê ya Edeneyê û hiqûqnas, Meral Daniş Beştaş ji Rûdawê re ragihand: “Ev rêbaz berê tunebû. Wextê ku dadger biryara berdanê dida, dozger nikare îtiraz bike. Lê belê tenê ji bo parlamenteran rêbazeke wiha derxistine. Bi rastî jî ev li hemberî siyasetê astengiyekî gelek mezin e. Niha parlamenterên me û hevserokên me tenê ji ber vê biryara siyasî di zindanê de ne. Bi nêrîna me jî em dibêjin dadgeh ne serbixwe ne. “

 

Hin rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî balê dikişînin ku heta niha nêzî 10 hezar rêveber, endam û şaredarên wan di girtîgehan de ne. Li Tirkiyeyê û Bakur pêvajoyeke nû pêwîst e û ew jî bi serbestberdana hevserokên HDPê pêkan e. 

 

Hevserokê HDPa Amedê Cebar Laygar jî ji Rûdawê re axivî û got: “Hevalên me bi niheqî û bê dadmendî di hundir de ne. Hêviya me Silhedîn Demîrtaş bê berdan dê rojeveke nû ya aştiyê dest pê bike.”

 

Di nava AK Partiyê de jî li ser girtin û berdana HDPiyan nîqaş hene. Li gorî hin AK Partiyiyan divê dewlet rojê biryarekî nede û HDP jî pêwîst e rola xwe ya siyasî bi cih bîne û ji parêzvaniya tundiyê dûr bikeve.

 

Serokê berê yê şaxeya AK Partiyê li Amedê, Aydin Altaç di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Bi rastî jî rola HDPê pir mezin e. HDP çiqas destê xwe bavêje siyasetê dê ewqas bi pêş bikeve. Ne çal û kort, ne kuştin, ne bombe teqandin... wê demê dê gelê herêmê jî lê xwedî derkeve.”

 

Hêj 12 parlamenter ku Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û Hevseroka Berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag jî di nava wan de ne, û bi dehan hevşaredarên HDPê di zîndanan de ne. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst