HESKÎF – Tirba Zeynel Begê tê veguhestin

12-05-2017
RÛDAW
Heskîf
Heskîf
Nîşan Heskîf Tirba Zeynel Beg Êlih
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li navçeya Heskîfa Êlihê, karê veguhestina Tirba Zeynel Begê kurê Hesenê Dirêj ê Pêşewayê Dewleta Akkoyînî, dest pê kir.

 

Tirba Zeynel Begê, ku 650 sal e li nevçeya Heskîfa Êlihê ye îro bi wesayitekî taybet ê 150 tekerî, bi alîkariya 52 endazyaran, tê veguhestin.

 

Ji bo pêkanîna vê projeyê 30 milyon dolar hatiye mezaxtin da ku Tirba Zeynel Begê ji binavbûne rizgar bibe. Proje bi alîkariya kompanyeyeke hollandî tê birêvebirin.

 

Beriya niha Şaredarê Heskîfê Abdulvahap Kusen ji Rûdawê re gotibû; “Ev rêbazeke nû ye, ku li Tirkiyê yekemîn car em diceribînin. Dê ji 3 beşan beşekê vê berhemê di şunda bimîne; lê ew aliyên wê yên ku xelk eleqe nişan didin emê veguhêzin.”

 

Giraniya tirbê hezar û 100 ton e û biryare karê veguhestinê 8 seetan bajo. Her wisa ev rêbazeke nû ye ku yekem car dê li Tirkiyeyê were ceribandin.

 

Îsal dê beriya Çemê Dîcleyê bê girtin û weke Tirba Zeynel Beg bi hezaran berhemên bajaroka Heskîfê dê  yek bi yek di bin avê de bimînin. Ev tê wateya têkçûyîna geştyariya bajarokekê ku temenê wê digihîje devdevê 12 hezar salan. 

 

Heskîf ji dîroknasan re wek laboratuar, ji geştyar û seyranîyan re wek navçeyeyeke sereke ye. Bêguman têkçûyina vê navçeyê wek şûnwarên kevnar dê kêf, bîr û hizrên sewdaliyê wê jî, bixe bin avê.

 

Navçeya Heskîfê 35 kîlometreyan başûrê bajarê Êlihê ye û li herêma Remiyan e.

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst