PAKê Leyla Qasim bibîr anî

12-05-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Pêşmerge Leyla Qasim di 12 Gulama 1974an de ango beriya 42 salan li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê ji aliyê rejîma Beasê ve hatibû îdam darvekirin.

 

 

Îro 42yemîn salvegera îdamkirina şoreşgera kurd Leyla Qasim e. Leyla Qasim tekoşereke jin ya endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq(PDK-I) bû.

 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkefta salvegera şehîdkirina Leyla Qasim daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin: “Ew alaya ku Leyla Qasim jibo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba lêdibe. Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li herçar parçeyên Kurdistanê berdewam e.”


PAKê Leyla Qasim bi giramî bibîr aniyê û di beşeke din a daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tu darvekirin, kuştin, destdirêjî û jenosîd dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire. m Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê careke din bi giramî bi bîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst