Li Meletiyê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîroyê ya parêzgeha Meletiyê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Şîroyê ya Meletiyê erdhejekê rû daye.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 08:44an çêbûye û hêza wê 4,1 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.