Li Amedê otomobîlekê li karkeran da: 3 kes mirin

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê Bûyera Trafîkê Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li karkerên ku li ser rê dixebitîn da, di encam de 3 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Îro 12ê Nîsanê serê sibehê li Taxa Çîmenler a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, li ser rêya ku diçe Semsûrê otomobîlekê li karkerên ku li ser rê dixebitîn da û di encam de 3 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, karkerên bi navên Mehmet Turan, Murat Fidan û Ahmet Ozkişi li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û Şahin Guner jî birîndar bû.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tendirustî, Berevaniya Sivîl û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

Termên her sê karkerên canê xwe ji dest dane bo Tiba Edlî ya Amedê hatin birin.

Herwiha Şahin Guner ê birîndar jî bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil hat veguhestin.

Tê gotin ku heta niha şofêrê otomobîla li karkeran daye nehatiye girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst