Li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Îranê mayîn teqiya: 2 kes mirin

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Tewêlle Biyare Îran Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Tewêlle yê Helebceyê û li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna mayînekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberê nahyeya Biyare Hemîd Baram ragihandiye, dema komek gundî li Tewêlle ya li ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê mijûlî komkirina giyayên biharî bûne, teqînek çêbûye.

Di encama teqînê de, welatiyê bi navê Aso Kawîs di cih de jiyana xwe ji dest daye û kesek bi navê Geştyar Şerîf jî bi giranî birîndar dibe.

Geştyar Şerîf piştî ku bo nexweşxaneyê tê veguhastin, ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest dide.

Jêderekî polîs ji Rûdawê re ragihand, her du welatiyên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane, derbasî devera metirsîdar a mayînkirî bûne. Li gor gotina heman jêderî, teqîn piştî ku her du kesan dest danî ser mayînê pêk hatiye.

Rêveberê nahyeya Biyare ji Rûdawê re got: “Ew her du kes çûne devereke pîs a ku nîşaneyên deverên metirsîdar lê hene.”

Devera ku teqîn lê pêk hat, bi mayînên ku ji şerê heşt salî yê di navbera Îran û Iraqê de ku di sala 1980 de dest pê kiribû, maye tê naskirin.

Ew navçeya teqîn lê çê bûye, bi mayînên zêde yên dema şerê 8 salî yê navbera Îran û Iraqê tê naskirin, şerê ku di sala 1980an de destpê kir.

Li ser sînorên Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re bi milyonan mîn û teqemeniyên neteqiyayî yên dema şerê Îran û Iraqê mane.

Li Herêma Kurdistanê derdora 3 hezar zeviyên mayinkirî hene.

Li gorî daneyên Saziya Têkoşîna Mayînan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji salên 1990î û vir ve li Herêma Kurdistanê derdora 2700 kes ji ber mayînan hatine kuştin û 10800 kesên din jî birîndar bûne yan jî seqet bûne.

Li Herêma Kurdistanê û bi taybetî li ser sînoran, devereke berfireh heye ku tejî mayîn e û divê were paqjikirin, eger ew yek neyê kirin dê bûyerên teqîna mayînan berdewam bin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst