HAK-PARê serdana PAKê û TDK-TEVGERê kir

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan HAKPAR PAK TDK-TEVGER
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HAK-PARê û şandeke pê re li Amed a Bakurê Kurdistanê serdana Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û TDK-TEVGERê kir.

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiya (HAK-PAR) Duzgun Kaplan û şandeke pê re roja Sêşemê 11ê Nîsana 2023an serdana Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û TDK-TEVGERê kirin.

Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan û şanda pê re di serî de serdana Serokatiya Giştî ya PAKê kir û paşê ji aliyê Berdevkê TDK-TEVGERê Cano Amedî û Hanîfî Turan û rêveberan ve hatin pêşwazîkirin.

HAK-PARê ragihand, hevdîtina wan bi nirxandinên siyasî yên rojê û axaftina li ser hilbijartinên 14ê Gulanê berdewam kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst